Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstikên pirtûkxaneyên li Tirkiyeyê yên sala 2018an weşand.
Li gor vê, par li tevahiyê welêt yeka wan neteweyî, 1162yê wan gel, 598ê wan zanîngeh, 29 hezar û 690ê wan saziyên perwerdeyê bi tevahî 31 hezar û 451 pirtûkxane hebûn.
Endamên Pirtûkxaneya Neteweyî 23 hezar û 747, endamên pirtûkxaneyên gel 2 milyon û 840 hezar û 504, endamên pirtûkxaneyên zanîngehan 3 milyon û 912 hezar û 306 kes bûn.
Par li Pirtûkxaneya Neteweyî milyonek û 463 hezar û 488 pirtûk hatin tesbîtkirin. Materyalên din ên li vê pirtûkxaneyê jî ji sedî 7 zêde bû derkete 197 hezar û 216an.
Par rêjeya kesên ji Pirtûkxaneya Neteweyî îstifade kirin li gor pêrar ji sedî 0,6 zêde bû derkete 633 hezar û 999 kesan. Di heman heyamê da hejmara endamên qeydkirî jî ji sedî 10,3 zêde bû derkete 23 hezar û 747 kesan.
Par hejmara pirtûkxaneyên gel li gor pêrar ji sedî 1,4 zêde bû derkete 1162 heban. Hejmara pirtûkên li van pirtkxaneyan jî ji sedî 0,1 kêm bû û dakete 19 milyon û 966 hezar û 573 heban. Dîsa di vê heyamê da hejmara endamên qeydkirî ji sedî 29,1 zêde bû û derkete 2 milyon û 840 hezar û 504 kesan. Hejmara kesên ji van pirtûkxaneyan îstifade kirin ji sedî 12,6 zêde bû û derkete 28 milyon û 242 hezar û 986 kesan. Rêjeya materyalên din ên li pirtûkxaneyê gel par li gor pêrar ji sedî 2,5 kêm bû.
- Hejmara pirtûkên li zanîngehan zêde bû
Par hejmara pirtûkxaneyên zanîngehan derkete 598an. Hejmara pirtûkên li zanîngehan par li gor pêrar ji sedî 7,4 zêde bû û derkete 17 milyon û 600 hezar û 15 heban. Hejmara endamên qeydkirî jî ji sedî 2,6 zêde bû derkete 3 milyon û 912 hezar û 306 heban.
Di sala 2018an da hejmara pirtûkxaneyên dibistanên taybet û fermî, qursan li gor sala 2017an ji sedî 12,4 zêde bû derkete 29 hezar û 690 heban. Di heman heyamê da hejmara pirtûkên li van pirtûkxaneyan jî ji sedî 13,3 zêde bû derkete 30 milyon û 263 hezar û 384 heban.
AA