Li Turkiyeyê fîlmên di vê hefteyê de têkevin vîzyonê

Vê hefteyê 11 fîlm ew ê têkevin vizyona sînemeyên Tirkiyeyê.

Li Turkiyeyê fîlmên di vê hefteyê de têkevin vîzyonê

hefteyê 11 fîlm ew ê têkevin vizyona sînemeyên Tirkiyeyê.

Derhêneriya fîlma "Heyfhildan"ê Hans Petter Moland dike û di fîlmê da Liam Neeson, Emmy Rossum, Julia Jones, Laura Dern, Tom Bateman, Domenick Lombardozzi û William Forsythe dilîzin.

Di fîlmê da qala têkoşîna Nels dikin, Nels dikeve peyê baronê hişbirê yê ku kurê wî kuştiye û heyfa xwe hildide.

- "Hotel Mumbaî"

Derhêneriya fîlma "Hotel Mumbaî"yê Anthony Maras dike û di fîmê da qala bûyereke bi rastî li Mumbaiyê qewimî ye dikin.

Di fîlmê da Dev Patel, Armie Hammer, Nazanin Boniadi, Anupam Kher ve Jason Isaacs dilîzin. Fîlm bûyerên li otêleke 5 sitêrkî ya li Hindistanê a ku ji sala 1903yan vir da xizmetê dide diqewimin dikin, komên tundrew ên ji Pakistanê otêlê wekî baregeh bi kar tînin û di nav 3 rojan da bajêr serobino dikin.

- "Elî"

Derhêneriya fîlma "Elî" Ramazan Ozer dike û di fîlmê da Hakan Merîçlîler, Gurbey Îlerî, Semra Dînçer, Karel Gurtekîn û Baran Şukru Babacan dilîzin.

Fîlm di cureya dramê da hatiye kişandin û tê da qala serpêhatiyên ciwanekî ku şêrpençe pê ra ye dikin. Bi nexweşiya ciwan ra jiyana bavê wî jî bi tevahî diguhere.

- "Dinyaya Azad"

Derhêneriya fîlma "Dinyaya Azad" Şevkî Es û Faruk Aksoy dikin û di fîlmê da Murat Serezlî, Rabîa Soyturk, Gürbey Îleri, Samî Aksu, Hayal Koseoglu, Îdrîs Nebî Taşkan û Mekîn Sezer dilîzin.

Senaryoya fîlmê bi destê Huseyîn Aksu, Evren Erbaşol û Burcu Ustundag hatiye nivîsandin.

- "Bendewarên Eşqê"

Derhêneriya fîlma "Bendewarên Eşqê" Erhan Baytîmur dike û di fîlmê da Muge Boz, Jess Molho, Nergîs Kumbasar, Duygu Çetînkaya û Îbrahîm Selîm diîzin.

Senaryona fîlmê bi destê Nesrîn Zamur û Denîz Guney Îşîntekê hatiye nivîsandin.

Di fîlmê da, keçek li bendê ye ku eşqê wê rojekê were û wê bistîne û xortek jî nexweş e û nexweşiya xwe ji her kesî vedişêre lêbelê bi ser nakeve. Mijara vê fîlmê li ser serpêhatiyên xort û keçikê ye.

- "BAVO Ev Alem Alemeke Ecêb e"

Derhêneriya fîlma "BAVO Ev Alema Alemeke Ecêb e" Oguz Yalçin dike û di fîlmê da Tarık Papuçcuoglu, Melîh Çardak, Înan Ulaş Torun, Selma Gungor û Îlay Sagsoz dilîzin. 

Di fîlmê da merivekî ji karên xwe yên mafyatîk ên berê dûr disekine ji bo ku li nêzî qîzên xwe yên li Îzmirê dijîn be mala xwe barî Seferîhîsarê dike.

- "Şeytanê Îns"

Derhêneriya fîlma "Şeytanê Îns" Gokhan Ari dike. Mijara fîlmê ew e ku xortek dixwaze sirên malbata xwe derxe holê û ji Stenbolê derdikeve û diçe gundê xwe.

- "Turneya Anadoluyê"

Derhêneriya fîlma "Turneya Anadoluyê" Denîz Tortum û Can Eskînazî dikin. Fîlm di cureya belgefîlmê da hatiye kişandin, di fîlmê da qala 4 muzisyenên ji xwe ra kom ava kirine û derketine tura Anadoluyê dikin.

- "Em"

Derhêneriya fîlma "Em"ê Jordan Peele dike û di fîlmê da Lupita Nyong'o, Winston Duke, Elisabeth Moss, Yahya Abdul-Mateen, Kara Hayward, Nathan Harrington, Tim Heidecker, Anna Diop, Shahadi Wright Joseph û Evan Alex dilîzin.

- "Mîraî"

Dehêneriya xêzefîlma "Mîraî"yê Mamoru Hosoda dike. Kun 4 salî ye û xuşka wî tê dinyayê, di fîlmê da qala serpêhatiyên ji vê şûnda dikin.

- "Şerê Berx û Guran 2"

Derhêneriya xêzefîlma "Şerê Berx û Guran 2"yan Vladimir Nikolaev dike. Di fîlmê da gur û berx bi xuşk û biratî dijîn, Gark pîlan dike ku êrîşî bajarokê bike, Grî û hevalên wî jî li dijî guran têkoşînê didin.AA

Dîroka nûkirinê: 21 Adar 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE