Li Uludereyê atolyeyên qabiliyetê

Di atolyeyan de xwendekaran hînî resim, muzîk û sporê dikin.

Li Uludereyê atolyeyên qabiliyetê

Li Uludereya Şırnakê bi hevkariya qeymeqamî û şaredariyê atolyeyên qabiliyetê tên vekirin. Heta niha li 24 dibistanan atolye vebûn. Xwendekar bi saya wan hînî resim, muzîk û sporê dibin...

Qeymeqamî û Şaredariya Uludereyê ji bo xwendekaran atolyeyên qabiliyetê vekirin.

Di atolyeyan de xwendekar fêrî resim, muzîk û sporê dibin.

Heta niha li 24 dibistanan atolyeyên qabiliyetê vebûn.

Qeymeqamê Uludereyê Ahmet Solmaz bona projeyê çû dibistanan.

Qeymeqamê Uludereyê Ahmet Solmaz got, ‘’Wezareta Perwedeyê di çarçoveya hedefên 2023yan de atolyeyên qabiliyetê vedike. Me him atolye vekir him jî malzemeyên resim û muzîkê li xwendekaran belav kirin.”

Bi sedan xwendekar di atolyeyan de him hînî hunerê dibin him jî xwe bi pêş dixin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE