Li Muradiyeya navçeya Vanê welatî di şevên zivistanê yên dirêj da hê jî kevneşopiya kosegelî ya Kurdan didomînin û hewl didin ew neyê jibîrkirin.
Lîstika kosegelî bi sed salan e heye, lê di salên dawîn da hindik maye bê jibîrkirin.
Welatiyên li taxa Fatîhê dijîn di meha çileyê ya ku serma qasî 40 rojan zêde dewam dike da vê lîstikê dilîzin û hewl didin ew neyê jibîrkirin.
Li gor baweriya wan ev kevneşopî mizgîniya bûyîna berxan û biharê dide.
Di vê kevneşopiyê da kesê jê ra dibêjin "kose" cil û bergên ku bi hirî û gîha va hatiye amadekirin li xwe dike, mal bi mal digere. Kose ji malan şekir, ard, rûn, dexl û pereyan berhev dike. Dema ew malan digere xelk jî jina kose direvîne û zexîreya ku ji malan berhev kiriye didize.
Di dawiyê da zexîreya ku kose û jina wî ji malan berhev kirine li feqîran tê belavkirin.
- "Emê vê çandê bigihînin nifşên li dû me tên"
Welatî Ferhat Guler ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew hewl didin vê lîstika ku ji bav û kalên wan ji wan ra maye nedin jibîrkirin, çanda alîkariyê ya di nav gel da dewam bike.
Guler wiha axivî: "Emê vê çandê bigihînin nifşên li dû me tên. Em pere û xwarinên di vê lîstikê da berhev dikin li gund li malbatên hewcedar belav dikin. Em him dema xwe xweş derbas dikin û him jî alîkariya malbatan dikin."
- "Me lîstik temaşe kir û diyarî da birayên xwe"
Kordînatorê Hîva Sor a Tirkan ya Muradiyeyê Selçuk Yay jî lîstik temaşe kir û wiha axivî: "Em jî wek tîma Hîva Sor û dildarên xwe va hatin taxê û me diyarî da birayên xwe. Ew ji malan pere, xwarin û xurekan berhev dikin û li malbatên hewcedar belav dikin. Ev ji bo alîkariyê mînakeke baş e."
AA