Li Ercişa Vanê xebatên arkeolojıyê dıdomın. Lı gundê ûlûpamîra navçeyê, kevır û amûrên jı heyama ûrartuyan hatın dîtın.
Ev der çiyayên gundê Ûlûpamîra Ercişa Vanê ne. Li vê deverê xebatên arkeolojik tên kirin.
Piştî xebatan hin kevir û amûr hatin tespîtkirin.
Li ser Van xebat hatin kirin û diyar bû ku ji heyama Ûrartuyan mane.
Akademîsyenê Zanîngeha Van Yûzûncû Yilê Rafet Çavuşoğlu derbarê xebatan de axivî.
Çavuşoğlu got, ''Me li vir bi dehan amûr tespît kirin. ji Van 5 saxlem in. Hin amûr ji heyama Ûrartuyan in. me gorek jî dît ew jî ji heyama Ûrartuyan e. Ev amûr xuya dikin ku 2 hezar û 800 sal berê li vir jiyan hebûye. Niha ji bo ku ev amûr bên parastin em ê xebatên xwe bidomînin.''