Li Wanê bermayiyên keleha Urartuyan a li cihê herî bilind hat dîtin

Li Wanê bermayiyên keleha Urartuyan a li cihê herî bilind hat dîtin

Li Gurpinara navçeya Wanê li ser çiyayê raqima wê 3 hezar û 300 e bermayiyên keleha ku tê gotin ji hêla rêvebirên payebilind ên Urartiyan va hatiye bikaranîn, hatin tesbîtkirin.

Bi serokatiya Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Prof. Dr. Rafet Çavuşoglu komek hat avakirin ku li navçeyê mekanên dîrokî bên tesbîtkirin û ew ji bo turîzmê bên bikaranîn.

Ekîb bi piştgiriya Midûriya Giştî ya Muzeyan, Hebûnên Çandî yên Wezareta Çand û Turîzmê û rêberiya çiyagerê pispor Mustafa Bîngol çû Taxa Ormeliyê ya ku 40 kîlomêtro dûrî navçeyê ye.

Ekîba ji arkeolog, antropolog û dîroknasên hunerê tevahî 10 kesan pêk tê piştî rêwîtiyeke 4 saetan hilkişiya Çiyayê Karayê û bermayiyên nû yên kelehê û rêyeke kevn a ji heyama Urartiyan tesbît kir.

Rêyeke qasî kîlomêtroyekî ya ji kevir û xîzê hatiye çêkirin, bermayiyeke dirêjahiya wê 70 mêtro û berayiya wê 30 mêtro hat dîtin. Li vir sarincekeke 7 mêtroyî, gelek bermayiyên ferfûrê û sûrên kelehê hatin tesbîtkirin.

Tê gotin ev der ji hêla rêvebirên payebilind ên Urartiyan va hatiye bikaranîn, di Heyama Hesin da ji gelek şaristaniyan ra mazûvanî kiriye.

- "Cara ewil e em rastî keleheke cihekî wiha bilind tên"

Prof. Dr. Çavuşoglu ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew li Wanê her sal rastî bermayiyên cuda tên, lê cara ewil e ew rastî keleheke cihekî wiha bilind tên ku ji ber vê ew pir kelecan in.

Çavuşoglu got dema ew hildikişiyan çiyê ewil ew rastî rêya kevnar hatin û wiha axivî: "Meriv ji vê rêya 3 mêtro ber e derbas dibe û digihêje lûtkeyê. Em dibînin ku Urartuyan li 3 hezar û 300 mêtro bilindahiyê keleheke bêhempa ava kirine. Me tesbît kir ku ev der piştî heyama Urartiyan jî hatiye bikaranîn. Havînê ji bo avê peyda bikin jî di nav zinarê da sarincek çêkirine. Di Heyama Navîn da bi xerca xorasanê ji nû va hatiye çêkirin. Li ser wê şopên Urartiyan ên klasîk hene. Li qadê me gelek bermayiyên ferfurî yên Urartuyan yên ji heyama Qernê Navîn jî dît."

Çavuşoglu anî ziman keleh li lûtkeyeke çar aliyê wê kendal e hatiye avakirin ku fetihkirina wê ne mumkin e û wek navenda rêvebiriyê ji hêla rêvebiran va hatiye bikaranîn û wiha dewam kir: "Hema li aliyê jêr jî cihên xizmetkar lê dijîn hene. Em 30 sal e li vir lêkolînê dikin. Urartuyê her tim me metel dihîşt, îro jî metel hîşt. Cara ewil e em rastî keleheke cihekî wiha bilind tên. Ez dikarim bibêjim ku ev keleh kelaha herî girîng e ku me heta niha dîtiye."

Selîn Karatekîna xwendekara lîsansa bilind a Beşa Arkeolojiyê jî got ew rastî keleheke bêhempa û bermayiyên wê hatine û ji ber vê ew pir kelecan in.

Çiyagerê pispor Mustafa Bîngol jî got piştî rêwîtiyeke 4 saetan ew gihîştine lûtkeyê û anî ziman ku şahidiya vê derê hesteke pir cuda û xweş e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE