Li Wanê wêneyên li ser dîwarên şikeftên Putê hatine çêkirin wê car din bên lêkolînkirin

Li Wanê wêneyên li ser dîwarên şikeftên Putê hatine çêkirin wê car din bên lêkolînkirin

Şikil û wêneyên li ser dîwarên şikeftên Putê yên li Gurpinara navçeya Wanê wê ji hêla zanyaran va bên lêkolînkirin.

Ekîba lêkolînê ya bi serokatiya Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Rafet Çavuşoglu wê li ser wêne û şikilan xebatan bikin.

Ekîb çû Geliyê Başetê ya ku dirêjiya wê 5 kîlomêtro ye û di nav sînorên gundê Yedîsalkimê da ye.

Ekîbê wêneyên tav, bizinkovî, xezal, meriv, sembola îlaheyê û motîfên cuda lêkolînkirin û ewê hewl bidin fêm bikin ka ew ji kîjan heyamê ne.

- "Me xwest em li vir daneyên arkeolojîk ji nû va lêkolîn bikin"

Prof. Dr. Çavuşoglu ji rojnamevanan ra daxuyand lêkolîn wê di şikeftên din ên herêmê da jî bên meşandin û wiha axivî: "Di xebatên berê da dihat gotin ev şikil ji heyama neolîtîk û paleolîtîk in, lê me xwest em dîsa li ser lêkolînê bikin. Sedema vê jî ew e ku bi tenê li ser van fîguran dîrok tê vegotin. Me xwest em li vir daneyên arkeolojîk ji nû va lêkolîn bikin."

Çavuşoglu got li heyamê gelek şikeftên din jî hene û ewê wêneyên bi boyaxa aşiyê va li ser dîwarên wan hatine çêkirin qeyd bikin û lêkolînê li ser wan bikin.

Çavuşoglu wiha dewam kir: "Li gor fikra me ev bi armanca dînî hatine çêkirin. Me dît ku koka wan nagîhîje heyama neolîtîk. Em texmîn dikin ew ji heyama dawiya kalkolîtîkê û heyama ewil a tunçê ne. Em ê dîroka rastîn piştî encama lêkolînên xwe diyar bikin."

- "Şiklên cuda hene"

Hîndekarê Beşa Arkeolojiyê Doç. Dr. Hakan Yilmaz jî got ew neqş û wêne bi boyaxa aşiyê ya ji oksîta hesin va hatine çêkirin û wiha dewam kir: "Wêneyên însanan, bizinkoviyan, tavê û şiklên cuda hene. Li gor fikra me ew ji heyama tunçê û piştî wê ne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE