Li Wanê avahiya Lîseya Endustrî Meslekê ya ku 80 sal berê hatiye çêkirin bû pirtûkxane. Li avahiya lîseyê pirtûkxaneyeke modern hat çêkirin. Xwendekar û welatî wê ji pirtûkxaneya bi teknolojiya nû bi awayekî hêsan sûd bıgrın.
Avahiya Lîseya Endustrî Meslekê ya Wanê di sala 1940an de hatiye çêkirin.
Ji bo ku avahiyê bikin muze xebatan dest pê kiribû lê biryar hat dayîn ku ev avahî bibe pirtûkxane.
Li vir bi teknolojiya nû pirtxaneyeke modern hat çêkirin.
Pirtûkxaneyê dest bi xizmetê kir.
Li pirtûkxaneyê pirtûkên edebiyata Kurdî jî hene.
Ji bo xwendekarên ku amadehiya ezmûnan dikin ev der ji bo xebatê hêja ye.
Welatiyên astengdar jî nehatine jibîrkirin.