Li Wanê lîstika siyê ya Hecîwat û Karagoz hat lîstin. Lîstika ku ji aliyê şanogerên komeleya parastin û jiyana çanda muzîkê ya Wanê bi kurdî hat lîstin, ji temaşevanan eleqeyeke mezin dît.
Şanoya siyê ya Hecîwat û Karagoz a bi zimanê Kurdî bal kişand.
Li Wanê, endamên Komeleya Parastin û Jiyana Çanda Muzîkê ya Wanê bi lîstika Hecîwat û Karagoz derketin pêş temaşevanan.
Lîstika ku ji serî heta binî Kurdî bû ji mêvanan eleqeyeke mezin dît.
Piştî lîstikê endamên komeleyê konsereke biçûk jî dan.