Lîstikên berê ên bav û kalan

Xwendekarên Zanîngeha Qersê lîstikên berê hînî nifşên nû dikin

Lîstikên berê ên bav û kalan

Xwendekarên Zanîngeha Qers Kafkasê ji bo nifşên nû çand û dîroka bav û kalan jibîr nekin dest bi projeyekê kirin. Xwendekar ji bo zarokan lîstikên berê yên bav û kalan kom dikin û bı çalakiyan hînî zarokan dikin.

Naxwazin çand û kevneşopiya bav û kalên wan were jibîrkirin.

Xwendekarên Zanîngeha Qersê bi navê “Çiraya Çandê ya di navbera paşeroj û siberojê de” dest bi projeyekê kirin.

Xwendekar bi alîkariya mamosteyên xwe ewil hînî lîstikên berê yên bav û kalan bûn.

Paşê jî ji bo nifşên nû li gund û taxan geriyan û ew lîstik nîşanî zarokan dan.

Di çarçoveya vê projeyê de wê zarok van lîstikan hîn bibin û lîstik dê neyên jibîrkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE