Li Xelata Bilîsê, necarê 32 salan Muzaffer Pirhasanoğlu xwest navçeya xwe bi berhemên xwe bide naskirin. Ji bona vê jî maketên qubeyên dîrokî çêdike û nîşanî her kesî dide.
Necar Muzaffer Pirhasanoğlu li Xelata Bilîsê dijî..
Hosteyê 32 salan ji bo danasîna navçeya xwe xwest xebateke taybet bike.
Hosteyê 32 salan piştî amadehiyên xwe qedandin dest bi çêkirina maketên qubeyên dîrokî kir.
Heta niha maketên 14 qubeyan çêkirine û niha jî li ser yên din dixebite.
Pirhasanoğlu dixwaze bi xêra van maketan navçeya xwe zêdetir bide naskirin.