Maketên ku çêdike mirovan dibe dema û dewranên berê. Xalê Şemsedîn Demîrê ku li Gewera Colemêrgê dijî, di pandemiyê de wek hobiyê dest bi çêkirina maketên reşkonan û eşyayên berê kir. Xalê Şemsedînê ku bala xwe daye vî karî dibêje: “Ez dixwazim bi van maketan çanda zemanê berê vejînim.”
Li aliyekî, parxêl û reşkon, li aliyê din jî meşk û hevcar.
Maketên ku çêdike jiyan, dem û dewranên berê tîne ber çavê mirov.
Xalê Şemsedînê 64 salî ku li Gewerê dijî, di pandemiyê de dest bi çêkirina maketên reşkon û eşyayên berê kir.
Şemsedîn Demîrê ku ji bo vî karî odeyeke malê kir atolye, piraniya wextê xwe li vir bi çêkirina van maketan derbas dike.
Xalê Şemsedîn dibêje: “Derfet çêbibe ez ê hemû maketan di pêşaneyekê de nîşan bidim.”