Mala Çandê ya Fuat Sezgin

Avahiyeke dîrokî ji bo bibe Mala Çandê ya Prof. Dr. Fuat Sezgin tê restorekirin

Mala Çandê ya Fuat Sezgin

Li Bitlisê Şaxa Weqfa Perwerde û Danasînê BETAV’ê ji bo avahiya kevin a defterdariyê bibe mala çandê dest bi xebatekê kir. Di vê çarçoveyê de avahiya beriya 130 salan a li Taxa Atatûrk hate kifşkirin. Weqif wê avahiyê restore bike û dûv re jî wê bike mala çandê ya Fuat Sezgin.

Avahiya defterdariyê ya ji kevirên xweşik û xebatên restorasyona bi awayekî gelek hesas…

Ev dîmen ji Taxa Atatürk a li navenda Bitlisê ne. Avahiya 130 salî bi salan bûn ku deftedarî bû. Lê ev çend sal in ku nedihat bikaranîn.

Şaxa Weqfa Perwerde û Danasînê ya BETAV’ê dest bi restorasyona avahiya dîrokî kir û restorasyon niha jî bi awayekî hesas dewam dike.

BETAV dixweze piştî restorasyonê avahiya dîrokî bi navê Prof. Dr. Fuat Sezgin bike Mala Çandê.

Weqfa BETAV’ê her wiha li herêma Bitlisê jî xebatên perwerdeyê dike û niha alîkarî dide gelek xwendekaran.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE