Mala wî wek muzeyê ye

Mihemmed Dadîxî mala xwe bi tiştên kevnar û dîrokî xemilandiye…

Mala wî wek muzeyê ye

Mihemed Dadîxî 73 salî ye û ji bajarê Ezazê ye. Ji zarokatiya xwe heya îro emrê xwe bi komkirina tiştên dîrokî û entîke derbas kiriye.

Mihemmed Dadîxî 73 salî ye…Li bajarê Ezaza Sûriyê dijî.

Dadîxî diwarên mala xwe bi tiştên kevnar xemilandiye.

Ji radyo û tizbiyan bigrin heya fer û folên kevnar gelek tiştên biqiymet li malê hene.

Malzemeyên kevnar û dîrokî ta di zaroktiya wî de bala wî kişandine.

Dadixî got,‘’Ez ji tiştên kevin hez dikim. Ji zaroktiya xwe de heya îro her tim min tiştên kevnar kom kirin. Ez van tiştan nafroşim. Ez her tim diparêzim. Lewra ji bo min dewlemendiyeke mezin e.’’

Dadîxî li bazar û kolanan geriyaye û berhemên kevnar kom kirine.

Dadixî wiha axivî: ‘’Ez diçûm li bazar û kolanan digeriyam. Li kîjan bajarî bazarên kevin hebûna ez çûm. Min tiştên kevnar û yên ku bala min kişandin kom kirin. Ji gelek dewletan jî min tişt kirîn û anîn mala xwe.’’

Niha li mala Dadîxî nêzî 2 hezar tiştên dîrokî hene.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE