Şaredariya Muşê li 5 taxan malên zanînê ava kirine. Xwendekar di van malan de di bin tevdîrên vîrûsa koronayê de dersên xwe dixebitin.
Şaredariya Muşê li navanda bajêr li 5 taxên cuda ji bo xwendekaran Malên Xwendinê vekir.
Koordinatorê van malên zanînê Ercan Toplu dibêje cihên me ji 10’ê sibê heta 8’ê êvarê vekirî ne.
Xwendekar di xaniyên zanistê de ji bo ezmûnan dersê dixebitin. Mamoste jî alîkariyê didin xwendekaran.
Di rojê de kêm zêde 250 xwendekar diçin vab malên xwendinê di bin tevdîrên koronayê de dixebitin.
Xwendekarên ku îmkanên wan kêm in dikarin ji vê xizmetê îstifade bikin.