Manastira Meryem Anayê bendê ye ku ji bo turîzmê bê vekirin

Manastira Meryem Anayê bendê ye ku ji bo turîzmê bê vekirin

Manastira Meryem Anayê ya li Çunguşa navçeya Diyarbekirê bendê ye ku bê nûjenkirin û ji bo turîzmê bê vekirin.

Şaredarê Çunguşê Alî Suat Akmeşe ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji bo ku ev berhema dîrokî bê nûjenkirin û geş bibe çi ji destê wan tê ewê bikin.

Akmeşe got ew bi Walîyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu ra li ser mijarê axivîne û heke manastir bê nûjenkirin wê ji hêla turîzm û aboriyê va xêra wê bigîhêje navçeyê.

- "Heke manastir bê nûjenkirin navçeya me wê bibe cihekî turîstîk"

Akmeşe wiha dewam kir: "Heke manastir bê nûjenkirin navçeya me wê bibe cihekî turîstîk. Dîroka Çunguşê û ji rabirdûyê heta îro çi bûye wê bê zanîn. Aborî wê xurt bibe, qadên xebatê wê geştir bibin û îstixdam wê çêbibe."

Serokê Beşa Dîrokê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Oktay Bozan jî got di dîrokê da Misilman û yên ne Misilman li navçeyê bi hev ra jiyane, ev manastira dîrokî di 1841î da di heyama Siltan Ebdulmecîd da hatiye nûkirin.

Oktay got divê ev der wek cihekî baweriyê bê parastin û ji bo turîzmê bê vekirin.

Oktay wiha axivî: "Di salên 1890î da 30 odeyên wê, firinek, hewzek û hemameke wê hebûye. Ev der ji bo xeyrîmuslîmên li dora Çunguşê û Ermeniyan bûye navendeke rêvebiriyê. Li gor qinaeta me ji hêla dîrokî va jî ev perestgeh beriya zayînê di salên 50î da hatiye çêkirin. Ji ber van sedeman qedîmbûna wê û nuwazebûna wê qîmeteke mezin dide wê. Ji ber vê divê bê parastin, hilneweşe û bigîhêje nifşên nû. Dema manastir bê nûjenkirin turîstên bên dîtina wê, rabirdûya dîrokî ya Çunguşê wê bi saya vê dêrê dîsa bê bîra mirovan."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE