Mardin bû seyrangeha turîstan

Di cejna remezanê de bi hezaran turîstî berê xwe da Midyatê

Mardin bû seyrangeha turîstan

Mêrdîn bi çand û dîroka xwe bajarekî qedîm e û ev qedîmî dibe seyrangeha turîstan. Îsal di betlaneya cejnê de bi hezaran kesî berê xwe da mıdyada mêrdînê.

Li aliyekî banga mela li aliyê din jî zengila dêran.

Çand û keleporên cuda sembolên zêrîn ên Midyada Mêrdînê ne.

Ev sembola rengîn bala gelek kesan dikişîne.

Gava dibe betlane bi hezaran kes berê xwe didin Midyadê.

Îsal jî di betlaneya cejna Remezanê de Midyad bû cihê turîstan.

Her kesê ku bajarê kevnare yê zindî dibîne bangî kesên din jî dike.

Dîroka nûkirinê: 11 Hezîran 2019, 12:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE