"Masalbüs" ji bo zarokan li ser riyan e

Ji bo xwendekarên gundan çîrokan dixwînin, lîstikan dilîzin.

"Masalbüs" ji bo zarokan li ser riyan e

Li Şirnexê Midûriyeta Perwerdeyê ya Bajêr ji bo xwendekarên dibistanên gundan projeyeke cuda da destpêkirin. Bi projeya bi navê "Masalbüsê" berpirsên projeyê diçin gundan, bi xwendekaran re pirtûkên çîrokan dixwînin, ji wan re çîrokan dibêjin û lîstikan dilîzin.

Wesaîda ku reng bi reng hatiye xemilandin li gundên Şirnexê digere... Ji zarokan re çîrokan dibêjin û bi wan re dilîzin.

Li Şirnexê Midûriyeta Perwerdeyê bi navê "MASALBÜSê" projeyek da destpêkirin.

Berpirsên vê projeyê bi wesaîda xemilandî li dibistanên gundan digerin.

Ligel xwendekarên gundan çîrokan dixwînin, ji wan re çîrokan dibêjin. Paşê bi hev re lîstikan dilîzin.

Bi saya vê projeyê tê xwestin ku xwendekar bêhtir bala xwe bidin ser pirtûkan û xwendinê.

Xwendekar bi vê xizmetê gelek kêfxweş bûn.

Wesaîda "MASALBÜS" gund bi gund gera xwe didomîne.

"Masalbüs" ji bo zarokan li ser riyan e...

Ji bo xwendekarên gundan çîrokan dixwînin, lîstikan dilîzin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE