Medreseya 700 salî ji bo pot û pertalan bû navenda parastinê

Medreseya Muzafferiyeyê ya li Mardinê ku 700 salî ye û di heyama Osmaniyan da hatiye çêkirin ji bo çêkirina berhemên betanî, ber, pot û pertalên berê li Mardîn, Siirt û Şırnakê dihatin çêkirin bû navend û heman çand li vê derê didome.

Medreseya 700 salî ji bo pot û pertalan bû navenda parastinê

Berhemên wek ber, palas, betanî, xalîçe, pot û pertalên ku berê li herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê dihatin çêkirin niha di avahiya dîrokî ya kirin Enstîtuya Kamilbûnê ya Mardinê da ji nû va tên çêkirin.

Medreseya Muzafferiyeyê ya li Mardinê ku 700 salî ye û li ser bermayiyên wê di heyama Osmaniyan da dibistan avakirine paşê jî heman derî wek dibistana navîn û lîse emilandine ewder wek rojên berê hêk di xizmeta şêniyên Mardinê da ye.

Avahî ji alî Walîtiya Mardinê va hat restorekirin û ji sala 2010î vir va jî wek Enstîtuya Kamilbûnê ya Mardinê tê emilandin û berhemên wek betanî, ber, pot û pertalên berê yên li Mêrdîn, Sêrt û Şirnexê dihatin çêkirin, tê domandin.

Pisporên kar ên li enstîtuyê dixebitin çanda wan berhemên li Mardîn, Siirt û Şırnakê dihatin çêkirin hînî xwendekaran dikin.

Midûrê Enstîtuya Kamilbûnê ya Mardinê Metîn Deger daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku avahiya ew tê da ne li ser bermayiyên medreseya 700 salî hatiye avakirin û 11 sal berê ji alî Emîne Erdogan a xanima Serok Recep Tayyîp Erdogan va hatibû vekirin.

Deger destnîşan kir ku ew lêkolînan dikin, berhemên wek şal û şepik, pot, pertal, ber û betanî yên li ser tevnê tên çêkirin didomînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE