Li Cizîra Botan avahiya dîrokî ya bi sedsalan li benda restorasyonê ye. Medreseya sor ev du sal in ji aliyê welatîyan ve tê tamîrkirin. Gelê Cizîrê dibêjin em li bendê ne ku avahîya dîrokî ji nû ve were restorekirin.
Medreseya Sor a li Cizîra Botan her roj ji aliyê sedan kesî ve tê ziyaretkirin.
Avahiya kevnare û dîrokî niha li benda restorekirinê ye.
Welatî ev du sal in bi îmkanên xwe derdora medreseya sor restore dikin.
Ev avahiya dîrokî ji bo tûrîstên ku tên herêmê gelek giring e û gelekî balê dikşîne.
Welatî dibêjin divê ev avahî were parastin û restorekirin.