Berhema navdar a Seyda Ehmedê Xanî ji bo Îngilîzî û Elmanî hat tercumekirin. Wergêr Feryad Fazil got; Ehmedê Xanî ji Şekspîr ne kêmtir e û lazim e di lîteratura Edebiyata Cîhanê de hebe.
“Mem û Zîn”, yek ji berhema herî navdar a edebiyata Klasîk a Kurdî ye.
Berhema ku bi destê alimê Mezin Ehmedî Xanî hatiye nivîsin, ji bo zimanê Elmanî û Îngilîzî hat tercumekirin.
Wergêrê kitêban Feryad Fazil got ev 20 sal in ez bi wergerandina vê berhema qedirbilind mijûl im.
Fazil wiha dewam kir: Ehmedê Xanî alimekî mezin e, ji Goethe û Şekspîr ne kêmtir e. Lazim e di Lîteratura Edebiyata Cîhanê de hebe.”