Merasima Xelatên Nobelê hat betalkirin

Merasima Xelatên Nobelê îsal jî ji ber Kovîd-19ê hat betalkirin.

Merasima Xelatên Nobelê hat betalkirin

 Xelatên Nobelê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) wê îsal jî bi merasimê nedin xwediyên wan.

Li gor daxuyaniya ku ji Weqfa Nobelê hat dayîn, kesên ku xelata Nobelê heq kirine, wê li welatên xwe xelata xwe werbigirin.

Serokê Weqfa Nobelê Lars Heikensten diyar kir ku Nobel fenomenekî kurewî ye û wiha dewam kir, "Her kesî dixwest ku şewba Kovîd-19ê xelas bibe, lê em hê di vê astê da nînin. Kesên ku xelata Nobelê hildan, wekî par îsal jî wê xelat û madalyonên xwe li welatên xwe hildin."

Merasima xelatan her sal di 10ê berfanbarê da tê lidarxistin û nêzî 60 salî ye ku cara ewil par ji ber şewba Kovîd-19ê hatibû betalkirin. Merasima xelatan îsal jî hat betalkirin û wê li ser platforma dijîtal were kirin.

Beriya şewba Kovîd-19ê Merasima Xelatên Nobelê herî dawîn di sala 1956an da ji ber protestokirina Yekîtiya Sovyetê hatibû betalkirin, lewra Yekîtiyê Macaristan dagir kiribû. Merasim di Şerê Cîhanê yê 1em û 2yem da jî nehatibû lidarxistin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE