Li Agiriyê ev sala 2yan e ku mîhrîcana berfê tê lidarxistin. Amadehiyên mîhrîcanê bi lez û bez tên kirin. Şaredarî û saziyên din vê mîhrîcanê li dar dixin. Peykerên bi berfê yên keştiya nûh, Çiyayê Agiriyê, Xoce Nasreddîn û yên din tên çêkirin.
Îsal li Agiriyê duyemîn mîhrîcana berfê tê lidarxistin.
Ji bo mîhrîcanê amadehî didomin.
Bi tevkariya Şaredariya Agriyê, Weqfa Pêşketin, Perwerde û Çandê, Zanîngeha Îbrahîm Çeçenê ev mîhrîcan tê kirin.
Niha li qada mîhrîcanê peykerên berfê yên navdaran tên çêkirin.
Ligel Wezîrê Ciwanî û Sporê Mehmet Kasapoğlu, gelek hunermend û rayedar wê tev li mîhrîcanê bibin.
Mîhrîcana berfê ya Agiriyê wê 25 û 26ê mehê yanî în û şemiyê were lidarxistin.