Mîhrîcana Çand û Gulaşê

Di roja dawî ya Mihrîcanê de pehlewanan hunerên xwe nîşan dan

Mîhrîcana Çand û Gulaşê

Li Darendeya Meletiyê ji aliyê Qeymeqamî û Şaredariya navçeyê 66emîn Mîhrîcana Çand û Gulaşê hat lidarxistin.

Di çarçoveya vê mîhrîcanê de ku hefteyekê dewam kir çalakiyên cûr bi cûr hatin lidarxistin û di roja dawî de jî pêşbazîya gulaşê hebû.

Pêşî pahlewanên biçûk daketin qadê paşê jî yên mezin.

Gulaşgirên li gorî kîloya xwe tevlî pêşbazîyê bûn di musabeqeyan de zora hev birin.

Ji gelek bajarên welêt gulaşgir hatibûn festîvalê.

Tîmeke pahlewaanan jî ji Batmanê hatibû û xwestin kûpayê bi dest bixin.

Pahlewanên serkeftî piştî pêşbaziyan zêr û xelatên xwe standin.

Dîroka nûkirinê: 23 Tebax 2019, 16:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE