Mîhrîcana Çand Û Hunerê ya li Midyadê

Ji bo danasîna Midyata navenda şaristaniyan mîhrîcan tê lidarxistin.

Mîhrîcana Çand Û Hunerê ya li Midyadê

Bi sedan sal in ku li Midyada Mêrdînê ol, ziman û çandên cur bi cur hebûna xwe didomînin. Bi vî şiklî Midyad navenda şaristaniyan e û ji bo danasîna Midyadê li bajêr mîhrîcana çand û hunerê tê lidarxistin.

Li Midyada Mêrdînê bi sedan sal in ku Misilman, Xiristiyan û Êzidî bi zimanên Kurdî, Tirkî û Erebî bi çand û hunerên xwe yên cur bi cur jiyana xwe didomînin. Ji bo ku ev nexşên bajêr baştir bên nasandin li bajêr mîhrîcana çand û hunerê tê lidarxistin.

Ji bo mîhrîcaneke baştir, rengîn û dengîn pêk were rayedarên bajêr, saziyên civaka sivîl li hev civiyan û li ser mijarê danûstendin kirin.

Bi firandina kevokan mîhrîcan wê dest pê bike, muzîkên Kurdî, Tirkî û Erebî wê bên sitirîn, hunerên destan wê bên pêşandan. 12, 13 û 14ê Cotmeha meha bê, 3 roj û 3 şevan ev festîval wê bidome.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE