Şaredariya Ömerliya Mardinê bi minasebeta destpêka dema mehsereyê mîhrîcaneke çand û hunerê li dar xist. Di serî de qeymeqam û şaredarê Ömerliyê, gelek rêvebir û mêvan beşdarî mîhrîcanê bûn û li ser mehseran geriyan, çêkirina dims, helaw, benî û bastêqan temaşe kirin.
Li herêma Mardinê dema mehserê ye. Welatiyên li ser rezan in, ji bo çêkirina pelûl, dims, helaw, benî û bastêq dixebitin.
Şaredariya Ömerliya Mardinê jî ji bo pîrozkirina vê demê bi navê “Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Mehserê” bernameyeke taybet li dar xist.
Di serî de Qeymeqam û şaredarê navçeyê, mêvanên ku beşdarî mîhrîcanê bûn him tiştên ji tirî tên çêkirin tahm kirin, him jî derheqê çêkirina wan de ji welatiyan agahî girtin.