Mîhrîcana Ciwanan

Li Diyarbakırê di navbera 18-21ê Cotmehê de tê lidarxistin.

Mîhrîcana Ciwanan

Li Amedê amadehîya mîhrîcanekê tê kirin. Di navbera 18 û 21ê cotmehê de dê li Dîyarbekirê Mîhrîcana Ciwanan were lidarxistin. Di 4 rojên festîvalê de konser jî di nav de dê gelek çalakîyên cûr bi cûr werin lidarxistin. Herweha dîsa roja şemîyê jî dê ji bilî Serok Recep Tayyîp Erdogan gelek sîyasetmedar û futbolîstên navdar jî hebin. Tê çavekirin ku Serok Erdogan roja şemîyê bi sîyasetymedar û kesên navdar re li Stada Dîyarbakirê beşdarî pêşbirka futbolê bibe..

Di navbera 18 û 21ê Cotmehê de dê li Amedê 4 rojan Mîhrîcana Ciwanan were lidarxistin.

Di çarçoveya vê mîhrîcanê de dê gelek konser û çalakî werin lidarxistin û herweha dê li Meydana Bajêr stand jî bên vekirin.

Ji bo vê mîhrîcana 4 rojî ku TRT Kurdî destekê didê û dişopîne; hemû amadehî li ber qedandinê ne.

Ciwanên Dîyarbekirê dest nîşan dikin ku dê ev mîhrîcan ji bo danasîna bajêr gelekî baş be û ciwan li benda mîhrîcan û konseran in.

Di çarçoveya vê mîhrîcanê de tê çaverêkirin ku Serok Recep Tayyîp Erdogan roja şemîyê bi tîmeke têkel li stada Dîyarbekirê pêşbirkeke futbolê bilîze.

Ji bo vê pêşbirkê 25 hezar bîlêt hatine amadekirin û hemû amadehî bi lez û bez li stadê berdewam e.

Dîroka nûkirinê: 18 Cotmeh 2018, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE