Mihrîcana çand û hunerê

Ji bo danasîna navenda şaristaniyan Midyatê mihrîcan tê lidarxistin..

Mihrîcana çand û hunerê

Bi sedan sal in ku li Midyada Mêrdînê ol, ziman û çandên cur bi cur hebûna xwe didomînin. Ji bo danasîna Midyadê li bajêr mihrîcana çand û hunerê tê lidarxistin.

Li Midyada Mêrdînê bi sedan sal in him kurd û ereb û suryan him jî Misilman, Xiristiyan û Êzidî bi çand û hunerên xwe yên cur bi cur jiyana xwe didomînin.

Ji bo ku ev xweşikiyên bajêr baştir bên nasîn li bajêr mihrîcana çand û hunerê tê lidarxistin.

Rayedarên bajêr, saziyên civaka sivîl û hin mêvanên biyanî li hev civiyan. Peyama aştî û biratiyê dan.

Di mihrîcanê de muzîkên Kurdî, Tirkî û Erebî hatin sitirîn û hunerên destan hatin pêşandan.

Festîval dê 3 rojan dewam bike.

Dîroka nûkirinê: 13 Cotmeh 2018, 15:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE