Hat ragihandin ku li bajarê Tunceliyê ji ber zêdebûna pêketiyên Kovîd-19ê "20emîn Mihrîcana Çand û Siruştê ya Munzurê" hat taloqkirin.
Şaredariyê daxuyanî weşand û bi bîr xist mihrîcana ku di sala 1999an da dest pê kir û wê îsal cara 20emîn bihata kirin ji ber zêdebûna pêketiyên Kovîd-19ê hat taloqkirin.
Di daxuyaniya şaredariyê weşand da hat destnîşankirin ku piştî civîna Komîteya Bikeyskirina Mihrîcanê hin biryar hatin dayîn û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Nirxandin, pêşniyazên ji raya giştî hatin û li ser daxuyaniyan ku bajarê me jî di nav bajarên lê pêketiyên bi vîrusa xwedî mutasyonê ketine da cî digire da ji ber siheta gel nirxandineke nû hat kirin û biryar hat dayîn ku ji bo çêtir pîrozkirinê 20emîn Mihrîcana Çand û Siruştê ya Munzurê hat taloqkirin û wê sala pêş me bê kirin."
AA