Bajarê Rihayê him li navwelêt him jî derwelêt bi îsotên xwe bi nav û deng e.
Ji bo danasîna îsotan gelek çalakî û mihrîcan tên lidarxistin.
Yek ji wan mihrîcanan jî ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ve tê birêvebirin.
Îsal jî Mihrîcana Îsotan a 3yan dest pê kir.
Ligel Şaredarê Bajarê Mezin Zeynel Abidin Beyazgül gelek rayedar û welatî beşdarî mihrîcanê bûn.
Di çarçoveya mihrîcanê de ewil diaya bereketê hat kirin, dûvre jî çinîna pêşî ya îsotan hat kirin.
Welatî dibêjin îsotên Rihayê ji her nexweşiyê re derman in.
Hat eşkerekirin ku wê mihrîcan heta 7ê Cotmehê dewam bike.