Di biroşên mezin de girara dew kelandin û li xelkê belav kirin.
Li Xelata Bilîsê di çarçoveya Pîrozbahiyên Serkeftina Milazgirê de Mihrîcana Girara Dew hat organîzekirin.
Di mihrîcanê de bi qasî 2 hezar Xelatî li qada mesîreyê kom bûn.
Li xelkê ku civiya, girara dew û qelî hat belavkirin.
Piştî xwarinê, li qadê bernameyeke muzik û govendê jî hat lidarxistin.
Xelatiyên ku beşdarî mihrîcanê bûn, bi dilê kêf kirin.