Li Şirnexê 2yemîn Mihrîcana Çiyayê Cûdiyê hat lidarxistin. Di serî de xwendekarên Zanîngeha Şirnexê, xwendekarên ku ji derwelêt hatibûn Şirnexê bi hev re li herêma sefîneyê civiyan û li Mescida Hezretî Nûh dia kirin.
Li defan xistin û stran gotin, piştre îbadet û dia kirin.
Xwendekarên Misilman Cihû û Xristiyan derketin herêma Sefîneya Çiyayê Cudiya Şirnexê ku tê bawerkirin Keştiya Hz Nuh li wir e.
Hin xwendekarên Erasmûsê jî di nav wan de bûn.
Hin ji wan wêne xêz kirin, hin ji wan jî li gorî dînê xwe îbadet kirin.
Deng û awazên defan li Çiyayê Cudiyê olan dan.
Di dawiya mihrîcanê de xwendekaran bi hev re resm kişandin û daketin jêr.