Lîstikên berê yên wek veşartok, sêberk, birê û kevnik… Beriya ku televîzyon û kompîter evqas zêde bibin, zarokan bi van lîstikan sebra xwe dianî. Walîtî û Şaredariya Mêrdînê jî ji bo bala zarokan bikşîne ser lîstikên berê, pêşbazî li dar xist.
Zarok bi seatan li ber televîzyonê û li ser kompûterê disekinin…
Him bê hereket, him jî bê heval dimînin…
Walîtî û Şaredariya Mêrdînê ji bo bala zarokan bikşîne ser lîstikên berê yên wekî veşortok, sêberk û birê pêşbazî li dar xist.
Xwendekarên 40 dibistanan beşdarî pêşbaziya lîstikên kevin bûn.
Pêşbazî wê 6 hefteyan dewam bike. Vê yekê ne tenê kêfa zarokan; ya rayedaran jî anî.