Mihrîcana Qedayifê

Li Bingölê mihrîcana qedayifê hat lidarxistin

Mihrîcana Qedayifê

Li gundê Lotana Çewlîkê ku bi hosteyên qedayifê tê nasîn, Mîhrîcana Qedayifê hat lidarxistin. Hosteyên qedayifê him hûnerên xwe nîşan dan him jî bi hemşeriyên xwe re muhabet kirin.

Têl bi têl raxistin…. Gûz û fistik li ser li ser reşandin….

Li aliyekî bêhna qedayifê li derdorê belav bû,

Li aliyê din jî bi stranên herêma Çewlîkê govend gerandin.

Li gundê Lotana Çewlîkê ku memleketê hosteyên navdar ê qedayifê ye, mîhrîcan hebû.

Hosteyên Qedayifê yên ji Lotanê, hatin gundê xwe, him bi hemşeriyên xwe re wext derbas kirin him jî hûnerên xwe nîşan dan.

Qedayifên ku hatin hazirkirin bi coş û kêfekê xwarin…

Biryar hat dayîn ku di salên pêş de jî ev mîhrîcan bê kirin.

Dîroka nûkirinê: 11 Hezîran 2019, 12:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE