Mihrîcana Xwarinên Bifêkî

Apraxên bialûçe, kebabên biyenîdunya, kofteyên bigilyaz û girara tûyan...

Mihrîcana Xwarinên Bifêkî

Li Xalfetiya Rihayê 6emîn Mihrîcana Xwarinên Fêkiyan hat lidarxistin. Di festîvalê de ji apraxên bialûçe, kebabên biyenîdunya heta kofteyên bigilyaz û girara tûyan gelek xwarinên taybet hatin çêkirin. Beşdarên mihrîcanê ji xwarinên bifêkî têr nebûn.

Li Xalfetiya navçeya Rihayê 6mîn Mihrîcana Xwarinên Bifêkî hat lidarxistin.

Şaredarê Bajarê Mezin Zeynel Abidin Beyazgül, rayedar û gelek welatî tevlî mihrîcanê bûn.

Di mihrîcanê de ji apraxên bialûçe, kebabên biyenîdunya heta kofteyên bi gilyaz û girara tûyan bi dehan cure xwarinên taybet hatin pêşkêşkirin.

kêfa beşdaran gelek ji xwarinên bifêkiyan re hat.

Di mihrîcanê de masiyên Şabûdê yên bi sosa tûyên reş jî cara ewil hat çêkirin.

Di çarçoveya mihrîcanê de him wêneyên hunerî hatin nîşandan, him jî hunermendan li ser fêkiyan hunerên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiya festîvalê de gelek kes ketin milê hev û govenda Şewko gerandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE