Li Hakkariyê hunerkarê Îranî Resûl Gendûwî li ser dîwarê walîtiyê minyatura herî mezin a Türkiyeyê çêkir. Li ser minyaturê ji guldewxîn û jina erbanevan heta jina li bin goşiyên tirî gelek sembolên herêmî hene.
Hunerkarê Îranî Resûlê Gendûwî ev gelek sal in li Hakkariyê dijî.
Gendûwî li Türkiyeyê jî dev ji hunera xwe berneda û heta îro gelek berhemên cuda çêkirin.
Herî dawî li ser dîwarê Walîtiya Hakkariyê minyatûra herî mezin a Türkiyeyê çêkir. Minyatur 30 metre dirêj û 2 metre jî fireh e.
Li ser minyaturê ji jina ku li erbaneyê dide heta jina li binê tirî û mêrê sazbend gelek cure sembolên herêmî hene.
Hakkariyî ji minyatura Gemdûwî gelek memnun in û dixwazin hejmara berhemên wisa zêdetir bibe.