Mixtara jin kooperatîf saz kir û kursê dide

Him meslekekî hînî jinan dike him jî meslekê rîs nade jibîrkirin.

Mixtara jin kooperatîf saz kir û kursê dide

Li Wanê mixtar Melek Kınayê ji bo jinan kooperatîfek saz kir. Li vê derê dersa ristinê dide wan. Bi hev re hiriyê dirêsin, goreyên rîs çêdikin. Jin hînî meslekekî kevnare dibin.

Hiriyê vediçirin...  Bi teşiyê dirêsin...

Û dest bi çêkirina berhemên rîs dikin.

Li Wanê mixtar Melek Kınayê ji bo jinan kooperatîfek vekir.

Jin li vir him hînî meslekê rîs dibin him jî ev meslek tê vejandin.

Bi hiriyê goreyên rîs yên celeb bi celebî çêdikin.

Jinên kooperatîfê bi çêkirina van neqş û nemûşan gelek kêfxweş in.

Bi vê yekê vî meslekê kevnare nadin jibîrkirin.

Û ew dixwazin ku nifşên nû jî hînî vî karî bibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE