Mizgefta Er-Rizqê ya 609 salî bar kirin

Mizgefta Er-Rizqê ya 609 salî ya li Hesenkêfa navçeya Batmanê barî Qada Parka Çandê ya li Hesenkêfa teze kirin

Mizgefta Er-Rizqê ya 609 salî bar kirin

Mizgefta Er-Rizqê ya 609 salî ya li Hesenkêfa navçeya Batmanê barî Qada Parka Çandê ya li Hesenkêfa teze hatibû avakirin, kirin.

Bi temamkirina projeya HESê û Bendava Ilisuyê ya Karûbarên Avê ya Dewletê (DSÎ) ava dikir berhemên dîrokî ji qadê tên barkirin. Di vê çarçoveyê da Mizgefta Er-Rizqê ya 609 salî ya 1700 tonî ji qada bendavê barî Qada Parka Çandê ya li Hesenkêfa teze kirin. Mizgeft li platforma 256 tekirên wê hene ya moduler kirin û birin ciyê wê yê teze.

Bi projeya li Tirkiyeyê cara ewil kirin va par Tirbeya Zeynel Begê hatibû barkirin. Tirbe ji qada bendavê hildabûn û biribûn Qada Parka Çandê ya li Hesenkêfa teze. Piştî tirbeyê zawiye û Turbeya Îmam Ebdillah, minareya Mizgefta Silman Xanê, pireya kevirîn, qismeke kaniyê, Mizgefta Qîzan, HImama Artûqiyan, Deriyê Navîn ê Kelha hesenkêfê û minareya Mizgefta Er-Rizqê jî bi heman rêyê hatibûn barkirin.

- Ciyê teze 4 hezar û 670 mêtre dûrî ciyê kevn e

Alî Nacî Kosaliyê Midûrê Herêma 16an a DSÎyê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku beriya vê 6 berhem bar kirin, Mizgefta Er-Rizqê jî 4 hezar û 670 mêrte wê da birin li Arkeoparkê bi cî kirin.

Kosali diyar kir ku kevirên ji minareya mizgeftê derketibûn li depoyekê vedişêrin û wiha pê da çû:

"Piştî bicîkirina mizgeftê wê ji wan kevirên minareyê dîsa minareyê bi hema awayî ava bikin. Mizgefta Er-Rizqê di salên 1400î da bi destê Silêman Begê Melîkê Eyyûbiyan hatiye avakirin. Me mizgeft 4 mêtre û 40 santêm ji erdê bilind kir û paşê li platformê siwar kir. Hedefa me ew e ku hetanî roja çarşemê hemû berhemên xwe ji qada bendavê bar bikin."

- Hesenkêfê di meha sibatê da di binê avê da bimîne

Kosali li ser pirsekê bal kişand ku ava bendavê tije dibe û wiha axivî: "Em texmîn dikin ku di meha sibê da êdî ev deran ew ê di binê avê da bimînin."

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2019, 17:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE