Mizgefta hezar salî ya Cizreyê

Mizgefta mezin a dîrokî dê li gorî eslê xwê bê restorekirin

Mizgefta hezar salî ya Cizreyê

Cizîra Botan him bi dîroka xwe him jî bi avahiyên xwe yên qedîm bajarekî gelek navdar e. Yek ji wan berhemên dîrokî jî Mizgefta Mezin e. Ji bo mizgefta ku di sala hezar û sed û 55an de hatîye çêkirin, demeke dirêj e ku restorasyon hewce bû. Qeymeqamtî û Şaredarîya Cizreyê dest dan hev û dest bi restorasyona mizgefta mezin kirin.

Bajarê Cizreyê bajarekî gelek dîrokî û qedîm e.

Şaristanî û împaratoriyên ku avabûne, gelek avahî û berhemên bêhempa jî çêkirine.

Yek ji wan berhemên dîrokî Mizgefta mezin e.

Di mizgftê de 33 stûn hene û mizgeft li ser 3 hezar metrekareyî hatîye avakirin.

Mizgefta ku di sala sala hezar û sed û 55an de hatiye çêkirin, wek mizgefta ewil a li herêmê tê qebûlkirin.

Qeymeqamtî û şaredarîya Cizreyê dest dan hev û dest bi restorasyona mizgefta mezin kirin.

Rayedar dixwazin avahî, wekî şiklên xwe yên berê ji nû ve werin çêkirin.

Piştî ku restorasyon xilas be, wê mizgeft ji bo taet û îbadet vebe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE