Li herêmê bi hatina biharê re lîstika kose û bûkê tê lîstin. Aktîvîstên Gola Wanê, li bajarokê Kazoxa Elcewazê mal bi mal geriyan; xurekên wek arvan, şekir, rûn û hêk berhev kirin. Pişt re bi van malzemeyan xwarin çêkirin.
Li gelek deverên herêmê bi hatina biharê re çalakiyên cuda tên lidarxistin.
Ji van yek jî “Lîstika Kose û Bûkê” ye û bi hezaran sal in tê lîstin.
Aktîvîstên Komeleya Gola Wanê li bajaroka Kazoxa Elcewazê ji bo kevneşopiya lîstika kose û bûkê hatin ba hev.
Kose û Bûk bi şandeya xwe re mal bi mal geriyan û arvan, şekir, rûn û hêk berhev kirin.
Şande bi van malzemeyan xwarinê çêdike û xelkê gund bi hev re dixwe.
Gel bi vê lîstikê xwedî li çanda xwe derdikeve û nifşên nû jî hînî kevneşopiyê dike.