Mîmberan çêdike û belaş dide mizgeftan

Ali Önderê necar heta niha 23 mîmber dane mizgeftan.

Mîmberan çêdike û belaş dide mizgeftan

Li bajarokê Suçatıya Gürüna Sêwazê necarekî 88 salî dijî. Ali Önderê necar mîmberan çêdike û bi piranî belaş dide mizgeftan. Hosteyê bisalan heta niha 23 mîmber dane mızgeftan.

Pêşî depan dibire, dûvre bi wan mîmberan çêdike û dide mizgeftan.

Necarê 88 salî Ali Önder li bajarokê Suçatiya Gürüna Sêwazê dijî û di atolyeya xwe de mîmberan çêdike.

Aliyê hoste bi piranî mîmberên ku ji daran û bi destê xwe çêdike, nafiroşe û dide mizgeftan.

Di 40 salî de 23 mîmber bi awayekî belaş dane mizgeftan.

Ali hoste got, ‘’Ji piyase û cîranan jî ji min re gelek kar tê. Dibêjin, ji me re dolab, mase an jî kursiyekê çêke. Lê belê gava ez karê wan bikim wê ji bo çêkirina mîmberan wext nemîne. Loma jî ez wextê xwe bi mîmberan derbas dikim’’.

Önder dibêje ku ew niha li ser navê Serok Recep Tayyip Erdoğan ji bo mizgeftekê mîmberekê çêdikim.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE