Mozaîka kevnare derket holê

Li çoltera Besniyê mozaîka ji sedsala 5. hat dîtin.

Mozaîka kevnare derket holê

Li Çoltera Besniya Semsûrê, bi xebatên Midûrıya Mûzeyê mozaîkeke kevnare hat dîtin. Tê texmînkirin ku ev mozaîk di sedsala 5emîn de hatiye çêkirin.

Ekîbên Midûriya Mûzeya Semsûrê li çoltera Besniya Semsûrê mozaîkeke kevnare derxist holê.

Tê texmînkirin ku ev mozaîk û kevnebajar, di sedsala 5emîn de beriya hezar û 500 salan di dewra Şaristaniya Bîzansiyan de hatiye çêkirin.

Mozaîka ku li ser 45 metraqareyê hat dîtin, hewşa perestgeh ango dêrekê nîşan dide.

Li gorî texmînan li vê herêmê cihên dîrokî gelek in û ji bo tespîta wan xebat dewam dikin.

Dîroka nûkirinê: 11 îlon 2019, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE