Mozaîkên şaristaniya Kommageneyiyan

Li ser mozaîkên herî mezin ên herêmê xebatên restorasyonê tên kirin.

Mozaîkên şaristaniya Kommageneyiyan

Semsûrê, di sala 2009an de li ser 155 metreçarçik qadê mozaîkên qedîm hatibûn dîtin. Midûriyeta Muzeya Semsûrê li ser mozaîkan xebatên restorasyonê dike. Piştî xebat biqedin ev cih dê ji bo ziyaretê bê vekirin.

Di sala 2009an da li Bajarê Qedîm Perreya Adiyamanê li ser qadeke 155 mêtreçarçikî mozaîk hatibûn dîtin. Xebatkarên Midûriya Muzeya Adiyamanê ser mozaîkê vekirin û paqijiya ewil kirin.

Tîmên Midûriya Laboratuvara Herêmê ya Restorasyon û Konservasyonê ya Gazîentabê niha li ser vê mozaîka ku ji heyama Romayê maye dixebitin.

Midûrê Muzeya Adiyamanê Mehmet Alkan, behsa hurgiliyên xebatên restorasyonê kir.

Alkan got: ”Di sala 2016an da banê li ser mozaîkê hatin çêkirin. Tîmên Midûriyeta Laboratuvara Herêmê ya Restorasyon û Konservasyonê ya Gazîentabê li ser vê mozaîkê xebatên nûkirin û konservasyonê dikin. Piştî ev xebat qediyan ev der wê ji bo ziyareta însanan bê vekirin."

Her wiha tê plankirin ku li wir rêyên ji bo meşê jî bên çêkirin û welatî bi rehetî mozaîkan ziyaret bikin.

Dîroka nûkirinê: 20 îlon 2018, 17:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE