Li Tirkiyê, yek ji bajarên ku herî zêde tê meraqkirin jî bajarê qedîm Mêrdîn e. Di 11 mehên dawî de zêdetirî 3 milyon turîst hatine bajêr. Gelek turîst tên lê otêlên bajêr têra mêvanan nakin. Bi gêşbûna turîzma bajêr xelk û esnafên herêmê jî kêfxweş in.
Kurd, Ereb, Tirk; Sûryanî û Misilman… rengên cur bi cur ên herêmê bi hezar salan li Mêrdîna qedîm bi hev re dijîn.
Di salên dawî de Mêrdîn bala turîst û geştiyaran jî dikşîne.
Ji seranserê welêt û ji çarliyên dinyayê bi milyonan turîst ji bo dîtina Mêrdînê bi rê dikevin.
Di 11 mehên dawî de zêdetirî 3 milyon turîst hatin serdana bajêr.
Ji Çînê heya ji Japonyayê ji seranserê cihanê turîst dixwazin bên Mêrdînê bibînin.
Esnaf û xelkê bajêr ji rewşa nû memnûn in û dixwazin xebat û razemeniyên li ser turîzmê baştir bibin.