Muzeya bajêr a Diyarbekirê

Çand û dîroka bajarê qedîm li muzeyê tê pêşkêşkirin

Muzeya bajêr a Diyarbekirê

Muzeya bajêr a Qesra Cemîl Paşa ya Diyarbekirê, piştî restorasyonê ji bo ezimandina serdêran amade ye. Di muzeyê de gelek berhemên di warê dîroka bajêr, jiyana rojane, avahîsazî, çand û hunerên destan de hene.

Muzeya Bajêr a Qesra Cemîl Paşa di sala 1887an da ji hêla Cemîl Paşa ve hatiye çêkirin. Muze, piştî restorasyonê hat vekirin.

Di muzeya li Sûra navçeya Diyarbekirê de gelek berhemên tescilkirî hene.

500 belge û 450 wêneyên reş û sipî û 260 berhemên etutê û 235 berhemên ku bi destê Wezareta Çandê hatine tescîlkirin tên pêşandan.

Muze ji bo dîroka bajêr, misilman û xiristiyanan gelek girîng e.

Muze berhemên di warê dîroka bajêr, jiyana rojane, mîmarî, çand, perwerde, muzîk û hunerên destan de dihewîne.

Muzeya Bajêr derfetên baş dide ziyaretvan û xelkê Diyarbekirê. Mehê qederê 5 hezar kesî bêpere tê serdana vê muzeya taybet.

Dîroka nûkirinê: 26 Çile 2019, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE