Muzeya ku dê şeva tarî nede jibîrkirin di salekê de ji aliyê 54 hezar kesî ve hat ziyaretkirin

Muzeya ku dê şeva tarî nede jibîrkirin di salekê de ji aliyê 54 hezar kesî ve hat ziyaretkirin

 "Muzeya Demokrasiyê ya 15ê Temûzê" ku tê de bi efektên deng û dîmenan ê taybet, hewla darbeyê ya 15ê Temûzê tê nimayişkirin ku par ji aliyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve hatibû vekirin, di salekê de ji aliyê 54 hezar kesî ve hat ziyaretkirin.

Muzexaneya ku li Beştepeyê li pêşberî Kulliyeya Serokomariyê hat vekirin, ji 8 holan pêk tê û beşên weke "Darbeyên li Tirkiyeyê û li Cîhanê", "Tehdîda mermiyekê", "Ketina nav tarîtiyê", "Şeva herî dirêj", "Yên şopa xwe hiştin", "Sela", "Rêzgirtin ji bo şehîdan" û "Nobetên Demokrasiyê" di xwe de dihewîne.

- Ciwan gelekî eleqeyê nîşanî muzeyê didin

Muzeya ku ji 15ê Temûza 2021ê ve ji serdanan re vekiriye di salekê de ji aliyê 54 hezar kesî ve hat ziyaretkirin. 5 hezar 800 kes ji yên ku serdana muzeyê kirine zarokên ku temenê wan ji 13 salî biçûktir in.

Xazî, xizmên şehîdan, xwendekarên lîse û zanîngehan û herwiha welatiyên Tirkiyeyê yên ku li derveyê welêt dijîn, gelekî eleqeyê nîşanî muzeyê didin.
 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE