Muzeya li malê

Kesekî 85 salî bi diyariyan odeyeke mala xwe kiriye muze

Muzeya li malê

Kazım Ertaşê 85 salî bi xatireyên antîq, odeyeke mala xwe kiriye muze. Di muzeya taybet de 600 amûrên kevnare hene.

Kazim Ertaşê 85 salî xelkê Dêrsimê ye û odeyeke mala xwe ji xwe re kiriye muze.

Ji ber karê fermî bi salan li bajarê Şirnexê maye û ji sala 1965 û vir ve kê çi diyariyî wî kiribe kom kiriye.

Ertaş, bi amûrên kevnare li mala xwe ya Sura Amedê muzeya taybet ava kir.

Kazim Ertaş niha 600 perçeyên antîk li muzeya xwe nîşan dide.

Di muzeyê de ji şûr, xalîçe û teyiban bigirin gelek tiştên cihê hene.

Ertaş dibêje dema ku bêhna min teng dibe ez têm li van tiştan dinêrim û kêfa min tê cih.

Dîroka nûkirinê: 27 Gulan 2019, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE