Muzeya mezin a Hasankeyfê

Muzeya herî mezin a herêmê li ser qada 73 hezar metreçarçikî hat avakirin.

Muzeya mezin a Hasankeyfê

Li Hasankeyfa Batmanê muzeya herî mezin a herêmê hat temamkirin. Muze li ser 73 hezar metreçarçik qadê hat çêkirin. Di muzeyê de berhemên dîrokî tên nîşandan.

Li Hasankeyfa Batmanê Bendava Ilısuyê hat çêkirin. Ji ber vê yekê bajar û berhemên dîrokî hatin barkirin.

Li Hasankeyfa nû ji bo ku berhemên dîrokî werin nîşandan muzeya herî mezin a herêmê hat çêkirin.

Qeymeqamê Hasankeyfê Şenol Öztürk derbarê xebatên li ser muzeya mezin de agahî da.

Qeymeqam Öztürk got,”Muzeya Hasankeyfê muzeya herî mezin a herêmê ye. Di muzeyê de berhemên dîrokî tên nîşandan. Ji dîroka beriya tarîxê bigirin heta heyama Türkiyeyê gelek berhem di muzeyê de ne.

Muze li ser 73 donim erdî hatiye avakirin. Ligel cihê girtî gelek berhem jî li cihê vekirî tên nîşandan.

Qeymeqam Öztürk got,”Her wiha di cihê vekirî de Tirba Zeynel Begê, Tirba Mele Evdilayê, Mizgefta El Riziqê hene. Welatî dikarin werin û van cihên dîrokî ziyaret bikin.”

Welatiyên ku eleqeya wan bi tarîx û berhemên dîrokî re hene dikarin werin Hasankeyfê û muzeya mezin ziyaret bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE