Muzeya radyo û gramofonan

Muzeya herî mezin a radyo û gramafonan li Malatyayê vedibe

Muzeya radyo û gramofonan

Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê, muzeya herî mezin a radyo û gramofonan ava kir. Muzeya li Meletîyê dê di meha cotmehê de bi awayekî fermî were vekirin. Di kevnargehê de 700 berhem hene, ya herî kev jî di sala 1890î de hatiye çêkirin.

Her yek li welatekî û di dîrokeke cuda de hatine çêkirin; radyo û gramafonên zemanên dapîr û bapîran li Meletîyê tên pêşandin…

Şaredarîya Bajarê Mezin a Meletîyê, bi 700 berheman, muzeya herî mezin a radyo û gramafonan a welêt çêkir.

Her yeke wan li cih û bajarekî cuda, ji sehafekî yan di mezatekê de hatiye bidestxistin. Hemû di avahîyeke kerpîç a du qatî de ne niha.

Ya herî kevn qutîya muzîkê ye û ji 1890î maye. Personelên teknîkî yên muzeyê, hemû radyo û gramafonên li vir kontrol û tamîr kirin. Niha ji sedî 90ê wan dixebitin.

Muze bi awayekî fermî dê di Cotmehê de were vekirin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE