Muzeya şerê Çanakkaleyê ya li Edremitê

Şaredariya Edremîtê muzeya malzemeyên Şerê Çanakkaleyê vekir.

Muzeya şerê Çanakkaleyê ya li Edremitê

Serfİrazİya şerê Çanakkaleyê çawa hat bidestxistin. Bersiva vê pirsê 8 sal in li seranserê welêt bi muzeya şerê Çanakkaleyê digere. Muzeya şerê Çanakkaleyê bi alîkariya Şaredariya Edremîtê li Wanê hat vekirin. Zarok û xelkê wanê eleqeyeke mezin nîşanî muzeyê didin.

Cil û bergên eskeran, sol û şikal, tiving û bi hezaran malzemeyên din…

Muzeya Şerê Çanakaleyê beriya 8 salan hat avakirin û ji roja ewil ve li seranserê welêt digere.

Muze herî dawî bi hevkariya Şaredariya Edremîta Wanê ji bo xelkê Wanê hat vekirin.

Muzeya ku li Salona Sporê ya bi navê Nur Atarê hat vekirin dê çîrok û serfiraziya Şerê Çanakkaleyê nîşan bide.

Muze li Edremîtê dê 15 rojan vekirî bimîne û piştî Edremîtê wê li Tetwan, Agirî, Erdîşê jî were danîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE